Li Rûsyayê piştî vekirina piranîya sindoqên dengdanê yên hilbijartinên Dumaya Dewletê, partiya Vladimir Putin bi rêjeya %57,76 li rêza yekem e.
Di vê pêşbirkê de ji du namzedên Kurd, Zelîmxan Mutsoyev li Herêma Sverdlovskê dîsa bi ser ket û cara 7an li pey hev bû parlamenter. Lê belê namzedê duyem Yuri Nabiyev li Moskowê dengên pêwîst bi dest nexistin. Hejmartina dengan berdewam e û encamên dawî dê heta 5'ê vê mehê werin eşkerekirin.