Raporeke Sûdanî diyar kir ku balafirên bêmirov ên nenas îro dîsa êrîşî Balafirgeha Xertûmê kirin.
Duh jî balafirgeh û cihên stratejîk ên li Xertûmê bi giranî hatin bombebarankirin.
Di encamê de balafirgeh bi tevahî hat girtin û hemû geşt hatin rawestandin.
Hêjayê bi bîrxistinê ye ji Nîsana 2023’an û heta niha li Sûdanê şer di navbera Artêşa Sûdanê (SAF) û Hêzên Piştgiriya Bilez (RSF) de berdewam dike.
Neteweyên Yekbûyî ev şer wekî mezintirîn krîza mirovî ya cîhanê bi nav kir.
Nêzîkî 12 milyon kes ji ber şer bê cih û war bûne û nîvê niştecihan di peydakirina xwarinê de zehmetiyan dikişîne.