DAÎŞ êrîşa Balûcîstanê girt ser xwe

DAIŞê êrişa xwekuj a ku li dijî navenda Belûcîstanê ya Pakistanê ku di encamê de 15 kes hatibûn kuştin girt ser xwe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh li rawestgeha otubusê ya stadyumeke werzîşê ya herêma Belûcistanê ya başûr rojavayê Pakistanê, li dijî civîneke siyasî êrişeke xwekuj pêk hatibû.

DAÎŞ’ê daxuyaniyek da û eşkere kir ku ev êrîş ji aliyê wan ve, pêk hatiye.

Wezîrê Karên Hundurîn ê Belûcîstanê Hamza Şafqat, ragihand ku DAÎŞê 8 kîlogram teqemenî, di vê êrîşê de bikar anîye û di encamê de, 15 kes hatibûn kuştin û 38 jî, birîndar bibûn.

Rayedarên Belûcîstanê eşkere kirin ku wan di derbarê bûyerê de, lêpirsînekî berfireh dane destpêkirin û tedbîrên ewlehiyê yên li herêmê hatin zêdekirin. 

Hikûmeta Pakîstanê jî, ev êrîş şermezar kir û tekez kir ku tekoşîna wan li dijî terorê wê dewam bike.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24