Li Fransayê teqîna gazê: Malek rûxiya, zarokek mir û çend kes birîndar bûn

Li herêma Obervîlye ya li nêzîkî Parîsê paytexta Fransa yê, ji ber teqîna gazê xaniyek hilweşiya. Di encama vê bûyerê de zarokekî du salî jiyana xwe ji dest da û heft kesên din jî birîndar bûn ku rewşa du kes ji wan giran e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bûyer êvara Şemiyê (5ê Îlonê) derdora saet 21:30'an de li kolana Paul-Verlaine a bajarê Obervîlye yê rû da. Ji ber teqîneke pir bi hêz, beşeke mezin a xênî hilweşiya û perçeyên avahiyê li derdorê belav bûn.

Şaredarê bajêr, Sofienne Karroumi, eşkere kir ku sedema teqînê li gorî tespîta destpêkê lêçûna gazê ye. Şaredar ji bo zarokê mirî got "stêrka piçûk a Obervîlye yê" û li bajêr şîn hat ragihandin.

Piştî bûyerê tîmên agirkujiyê, polîs û pisporên pargîdaniya gazê (GRDF) gihîştin şûnwarê teqînê û dest bi xebatên rizgarkirinê kirin. Ji bo niştcihên kolanê yên ku ji ber ewlehiyê nekarîn vegerin malên xwe, şaredariyê saloneke werzişê wekî stargeheke demkî amade kir.

Lêkolînên fermî li ser hûrgiliyên rûdana lêçûna gazê berdewam dikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye