Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hat destnîşankirin ku hêzên wan berdewam in li ser armancgirtina bender, keştî û binesaziyên ku ji bo berjewendiyên artêşa Ukraynayê tên bikaranîn.
Li gorî daxuyaniyê, êrîşên li herêma Odesayê bi çekên pêşketî yên ji derya û asman ve hatine encamdan. Di vê çarçoveyê de, li bendera Chornomorsk fabrîkeya amûran û stasyona benderê ya ku çêkirin û parastina alavên leşkerî lê dihat kirin, hatin armancgirtin.
Her wiha li benderên Nîkolayev û Yujny keştiyên ku barên leşkerî dadigirtin hatin rûxandin û li nêzî bendera Odesayê jî du keştiyên din yên çekbar hatin îmhakirin.