Pasdarên Şoreşê: Duyemîn balafira şer a Amerîkî F-35 hate xistin

Sûpaya Pasdarên Şoreşê ya Îranê (IRGC) duyemîn balafira şer a F-35 a Amerîkî li navenda Îranê xist. Fermandariya Navendî ya Amerîkayê jî dibêje ku ev îdîa ne rast e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Pasdarên Şoreşê gotin ku; hêzên wan ên Îranê duyemîn balafira şer a F-35 a Amerîkî li navenda Îranê xistine.

Pasdarên Şoreşê gotin ku; balafir ji aliyê pergala wan a parastina hewayî ya pêşketî ve hatiye armancgirtin û hatiye têkbirin.

IRGC da zanîn ku ev duyemîn balafira şer e ku di 12 saetên dawî de hatiye armancgirtin û çend wêneyên balafirê belav kirin.

Pasdaran diyar kir ku derbarê çarenûsa pîlot de ti agahî tune.

 

Amerîka: Daxuyaniya Pasdaran ne rast e

 

Ji aliyê xwe ve, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê, got ku daxuyaniya xistina balafireke wan li ser girava Qeşmê, ne rast e.

Daxuyaniyê tekez kir ku hemû balafirên şer ên Amerîkî di rewşa operasyonê de ne û ti rewşek xistina balafirê nehatiye ragihandin.

Her wiha got kir ku nûçeyên wiha berê çend caran ji aliyê IRGC ve hatine weşandin û ne rast in.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye