Efserê îstîxbarata serdema Baasê Salim El-Cumeylî, li ser rûpela xwe ya tora medya dijîtal ya X’ê ragihand ku serokê îstîxbarata serdema Baasê Tahir Celîl Hebûş ji ber krîza dil, mir e.
Tahir Celîl Hebûş, di sala 1950’î de li Tikrîtê ji dayik bû.
Hebûş kesekî nêzîkî Sedam Huseyn bû û di pêvajoya Enfala Barzaniyan, kuştina çalakvanên siyasî yên Kurd û zilma Raperînê de roleke xwe ya mezin hebû.
Postên ku Tahir Hebûş serdema desthilatdariya Baasê de wergirtibû
Her wiha di serdema desthilatdariya Baasê de van postan wergirtiye:
Waliyê Zîqarê
Waliyê Wasitê
Rêveberê Giştî yê Polîsan
Rêveberê Nivîsgeha Elî Kîmyewî
Rêveberê Asayîşa Giştî
Postê wî yê dawî jî Serokê Saziya Îstîxbarata Baasê bû.
Piştî rûxandina rejîma Baasê, Amerîkayê yek mîlyon dolar xelat danîbû ji bo her kesê ku cihê wî eşkere bike.
Tevî ku parastin û veşartina endamên partiya Baasê li gorî yasaya ‘Tunekirina Koka Baasê’ wek sûc tê hesibandin, lê piştî sala 2004’an hejmareke berçav ji endam û serkirdeyên payebilind ên rejîma Baasa dîktator li Hewlêrê mirine.
Her wiha Komên Çekdar yên Iraqê gelek caran bi daxwaza hebûna Baasê li bajarê Hewlêrê êrîşr li ser Herêma Kurdistanê dikirin.
Her tim vê yekê jî wek çek û kartekê li dijî Herêmê di demên cûda de bi kar tînin.