Li gorî daxuyaniyê qada hewayî ya Îraqê ji bo hefteyek din jî, li hatin û çûyîna balafiran hatiye girtin.
Di Heman daxuyaniyê de hate gotin ku biryar di encama nirxandina rewşa herêmê û ewlekariyê de hatiye girtin û wê li gorî pêşketinan carek din were nirxandin.
Tê zanîn ku ji ber şer û aloziyên di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, gelek welatên herêmê, tevî Îraqê, qadên xwe yên hewayî ji bo balafirên sivîl girtine.