Îranê kuştina 9 rojnamevanên xwe ragihand

reset font size increase font size

Televîziyona dewletê ya Îranê îro ragihand ku 9 rojnamevanên wan di encama êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin.

Bi daxuyaniyekê, televîziyona dewletê ya Îranê navên 9 rojnamevanên xwe ku di êrîşên Îsraîlê de hatine armanckirin, eşkere kir.

Li gor daxuyaniyê, navên rojnamevanên ku hatine kuştin ev in: Fereşte Baqerî keça serfermandarê artêşa Îranê Muhemed Baqerî, Îhsan Zakirî, Elî Tehmasebî, Muîn Nezerî, Ramazan Elî Çubdarî, Emîr Huseyîn Tavusî, Muhemed Cewad Elvendî, Masûme Ezîmî û Nîma Receppûre.

Ji van rojnamevanan, Masûme Ezîmî û Nîma Receppûre, di êrîşa 16’ê Hezîranê de ya Îsraîlê ku li ser dezgeha weşanê ya Îranê pêk hatibû, hatine kuştin.

Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de, ku ji 13’ê Hezîranê ve dest pê kiribû, 12 rojan berdewam kir. Vî şerî ziyanên mezin gihadiye binesazî û avahiyên her du welatan. Her wiha gelek sivîl û rojnamevan jî  hatine kuştin.

Ceylan Hesen

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye