Li bajarokê Demsrxo yê li gundewarê Laziqiyê 2 kesên nensas goreke olî kolandin, ev bûyer bû sedema hêrsa şêniyan.
Li gorî şêniyên deverê ragihandine, ev bûyer yek ji rêze bûyerên ku li dijî cihên olî û taybet têne kirin.
Di heman çarçoveyê de, guman derdikevin, çima sînorek ji van sûc û kiriyaran re nayê danîn, an jî berpirsiyar nayên darizandin.
Şêniyan piştrast kir ku ev cihên olî bi vî rengî ji bo wan semboleke olî û rûhiye, her êrîşek li ser van cihan tê wateya êriş li ser hest û rûmeta wan.