Trump: Ez ê di demekî nêz de şerê Îranê biqedînim

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku di demeke nêz de wê şerê Îranê bi dawî bibe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku şerê li dijî Îranê di demeke nêzîk de wê bi dawî bibe.

Donald Trump diyar kir ku di pratîkê de li wî welatî tiştekî ew qas mezin nemaye ku bibe armanc.

Li hemberî vê yekê, Îsraîl tekez dike ku wê şer bêyî sînorkirina demê bidome.

Trump îro di hevpeyvîneke kurt a telefonî de ji malpera "Axios"ê re axivî.

Serokê Amerîkayê got: "Bi baweriya min şer qediyaye. Tenê hinek tiştên biçûk li vir û wir mane. Gava ez bixwazim ez wê biqedînim, wê biqede."

Donald Trump da zanîn ku ew ji wê plansaziya demê ya ku wan danîbû gelekî li pêştir in.

Trump destnîşan kir ku wan ji wê xisara ku berê ji bo 6 hefteyan pêşbînî kiribû zêdetir xisar daye.

 

Yisrael Katz: Wê şer bidome

 

Tevî daxuyaniyên geşbîn ên Trump, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ragihand ku şer wê bidome.

Katz diyar kir ku wê şer bêyî ti sînorekî demê û heta dema pêwîst be bidome, da ku serkeftineke tekez bi dest bixin.

Berpirsên Amerîkî û Îsraîlî jî destnîşan dikin ku wan xwe ji bo herî kêm du hefteyên din ên êrişên dijwar ên li ser Îranê amade kiriye.

Li ser rewşa Tengava Hurmizê, zanyariyên îstixbaratî eşkere kirin ku Îranê dest bi danîna mayînan li wê rêya avî ya hestiyar kiriye.

Trump ji Axiosê re piştrast kir ku hêzên Amerîkayê roja sêşemê 16 belemên mayînrêj ên Îranê têk birine û plana Tehranê pûç kiriye.

Trump di berdewamiya axaftina xwe de tekez kir ku êrîşên Îranê ne tenê li dijî Amerîka û Îsraîlê ye, belkî welatên Kendavê jî girtiye nav xwe.

Serokê Amerîkayê wiha got: "Wan dixwest hemû Rojhilata Navîn dagir bikin.

Niha ew baca 47 salên kuştin û wêraniyê didin ku wan bi xwe kiriye."

Trump ev kiryarên li dijî Îranê wekî "tolhildan" bi nav kir û got: "Ew ê bi wê hêsaniyê jê xilas nebin."

Ji aliyekî ve Amerîka qala ji holê rakirina temamî ya şiyanên Tehranê dike.

Ji aliyekî din ve jî Îsraîl lêdana binesaziya fermandarî û îstixbaratê yên Supaya Pasdaran ên li Tehran û bajarên din didomîne.

Washington ji bo bicihkirina pergalên dewletî li welatên Kendavê yên ku ji Asyayê hatine veguhastin kar dike.

Armanca vê gavê ew e ku ewlehiya rêyên avî û Tengava Hurmizê garantî bike û rê li ber her cûre hewldaneke Îranê ya ji bo têkdana bazara enerjiyê bigire.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye