Serokê Libnanê Joseph Aoun û Serokê Sûriyê Ehmed Şara di peywendiyeke telefonê de li ser pêşwîstiya xurtkirina hevrêziyê di navbera her du welatan de kirin.
Serokê Libnanê di daxuyaniyekê de got wî telefonek ji Serokê Sûriyê Şara wergirt.
Di peywendiyê de her du aliyan li ser pêşdeçûnên herêmê û bandorên wê li ser ewlehî û aramiya herêmê nîqaş kirin.
Joseph Aoun got wan li hev kiriye ku pêdiviya rewşa hesas a heyî bi aktîvkirina hevrêzî û şêwirê di nava her du welatan de heye.
Di daxuyaniya serokatiya Sûriyê de jî hat gotin ku di peywendiyê de li ser pêşdeçûnên herêmî û ewlehiya sînor hat gotûbêjkirin.
Her wiha Şara destnîşankir ku wan teqezî bi girîngiya parastina ewlehî û selametiya Sûriyê û Libnanê û xurtkirina hevkariya hevbeş ji bo rûbirûbûna gefan kiriye.
Ehmed Şara: Zêdekirina hêzê li ser sînorê Libnanê ji bo parastina axa me ye
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Şara piştgirî da hewldanên serokê Libnanê yên bêçekkirina Hizbullahê û dûrxistina herêmê ji bandorên şerê heyî.
Duh Serokê Sûriyê Ehmed Şara ragihand ku wan ji bo piştgriya hikûmeta Libnanê û bêçekkirina Hizbullahê hêzên xwe li ser sînorê Sûriyê-Libnanê zêde kirine.