Li Omanê di navbera Amerîka û Hûsiyan de civîneke veşartî

Berpirsên Amerîkî li Balyozxaneya Mesketê bi nûnerên Hûsiyên Yemenê re civiyan, piştî ku vê komê peravên stratejîk ên Deryaya Sor xistin bin kontrola xwe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ajansa Reutersê eşkere kir ku bi navbeynkariya Siltangeha Omanê, şandeya Hûsiyan bi serokatiya Mihemed Ebdulselam û Ebdulmelik El-Ecîrî li Balyozxaneya Amerîkayê civiya. Di hevdîtinê de, Hûsiyan pabendbûna xwe bi agirbesta sala 2025'an diyar kirin û soz dan ku êrîşî keştiyên Amerîkî û Îsraîlî nekin.

Her çend rêveberiya Trump Hûsî wekî "rêxistina terorîst" pênase kiribû jî, Washington têkiliyên rasterast bi wan re diparêze. Wezareta Derve ya Amerîkayê civîn piştrast nekir, lê tekez kir ku parastina deryavaniyê li Deryaya Sor berjewendiyeke bingehîn e. Ev hevdîtin piştî kontrolkirina bendera Moxa û tengava Bab el-Mendeb ji aliyê Hûsiyan ve pêk hat.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye