Li gor daxuyaniya SOHR`ê, cih û awayê kuştina van 10 kesan ji hev cuda ne.
Li taxa Bustan el-Qesr a Helebê piştî idîaya ku bi rêjîma berê re kar dikirin, 2 kes ji aliyê çekdaran ve hatin kuştin.
Fermandarê berê yê milîsên Parastina Neteweyî li Zebedanîyê û endamekî "Artêşa Neteweyî" li Dêr Hafir li gundewarê rojhilatê Helebê her wiha ciwanek li bajarê Dumêr li gundewarê Şamê hatin kuştin.
Termê 4 kesan ji malbateke Şîe hatin dîtin, ew jî piştî ku di 25 ê sibatê de hatibûn revandin.
Keçek 15 salî ji Dêrazorê piştî ku li gundewarê Derayê bi guleyekê birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.