Bi nêzîkbûna sala nû ya perwerdeya salên (2026-2027) re, parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û wezîrê Perewrde û Fêrkirinê Mihemed Ebdurehman Tirko bi hevdîtinekê rewşa perwerdeyê ya parêzgehê û asta amadekariyên pêşwazîkirina xwendekaran nîqaş kirin. Her wiha asta amadebûna Gerînendetya Perwerdeyê ya Hesekê ji bo sala nû, xebatên sererastkirina dibistanan, amadekariyên vekirina dibistanên nû hatin gotûbêjkirin.
Wezîrê Perwerde û Fêrkirinê spasiya parêzgarê Hesekê û kadirên wê yên perwerdeyê kirin, her wiha pesnê keda wan a şopandina dibistanan, rakirina astengiyan û amadekariyên wan ên pêşwazîkirina xwendekaran da.
Wezîrê Perwerde û Fêrkirinê bal kişand ser tevkariya di entegrekirina qada perwerdeyê û ji nû ve sazkirina sazumaniya wê îdarî û perwerdeyê de û got avêtina gavên entegrasyonê, asta hemahengî û berpirsyariyên hevbeş ên ji bo pêşxistina qada perwerdeyê û siberoja xwendekaran nîşan dide.
Her wiha parêzgarê Hesekê jî got, ew desteka lojîskî didin qada perwerdeyê û hemahengiyê bi wezaretê re didomînin da ku destpêkek aram ji bo sala nû ya xwendinê û şert û mercên guncaw ji bo xwendekar û mamosteyan werin mîsogerkirn.