Hevdîtina şandeya ewlehî û leşkerî ya bi berpirsên Hikûmeta Veguhêz re bi dawî bû

Şandeyên ewlehî û leşkerî yên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh êvarê çûbû Şamê û îro li Qesra Tişrîn a li Şamê hevdîtin bi rayedarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê re kir. Di civînê de girîngiya pêkanîna bendên peymana 10’ê Adarê hate nîqaşkirin û hevdîtin di atmosfereke erênî de derbas bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî 11’ê Cotmehê di hevpeyvînekê li gel Ronahî Tv de ragihandibû ku şandeyeke leşkerî û ewlehiyê dê di demeke nêzîk de biçe Şamê.

 

Şandeya leşkerî û ewlehiyê duh êvarê çû Şamê

 

Şandeya leşkerî û ewlehiyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî gotibû ku dê biçe ji bo hevdîtina bi Hikûmeta Veguhêz re bike, duh êvarê çûbû Şamê. 

Şandeya ku duh çibû Şamê ji van kesan pêk tê: 

“Fermandariya Giştî ya QSD’ê Sozdar Hacî û Sîpan Hemo, berdevkê QSD’ê Ebcer Dawud û ji fermandarên QSD’ê Şakir Ereb, ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Dilêr Hisên Temo, Elî Xidir El Hesen, Mistefa Mehmûd Delî, Aho Êlyo Lehdo, cîgira hevserokên Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Arîn Mistefa.”

Ev şande ji nûnerên hêzên leşkerî û Asayîşê pêktê.

Hate gotin ku şandeya ku Fermandariya Giştî ya QSD’ê Sozdar Hacî û Sîpan Hemo, berdevkê QSD’ê Ebcer Dawud û ji fermandarên QSD’ê Şakir Ereb pêk dihat bi Wezîrê Parastina Hikûmeta Veguhez re civiyane.

 

Şandeya ewlehiyê bi wezîrê karên hundir ê Hikumeta Veguhêz re civiya

 

Li aliyekî din jî şandeya ewlehiyê ku ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Dilêr Hisên Temo, Elî Xidir El Hesen, Mistefa Mehmûd Delî, Aho Êlyo Lehdo, cîgira hevserokên Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Arîn Mistefa pêk tê, bi wezîrê karên hundir ê Hikûmeta Veguhêz Enes Xetab re civiyan.

 

Civîna şandeya leşkerî û ewlehî erênî derbas bû

 

Li gor ajansa Hawarê civîn bi dawî bûye, naveroka civînê pêkanîna Peymana 10ê Adarê bû û civîn erênî derbas bûye.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye