Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê diyar kir ku di 7'ê Cotmeha de 8 ciwanên Kurd bêyî fermana dadwer ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatin binçavkirin.
Navên ciwanên ku hatine girtin ev in:
Rêbwar Mûsewî (17).
Zahîr Azerî (17).
Keywan Seîdî .
Fexredîn Xalîdî.
Kameran Sultanî.
Hesen Mîhrabî .
Muhsîn Gerdişî.
Hisên Gerdişî.
Hat diyakirin ku piştî lêpirsîn hate kirin, Rêbwar Musewî û Zahîr Azerî hatin berdan, lê çarenûsa girtiyên din hîna ne diyar e.
Her wiha di 8’ê Cotmehê de, Mubîn Talebanî jî bêyî fermana dadwer ji aliyê hêzên ser bi dewleta Îranê ve hat binçavkirin û birin cihekî ne diyar .
Di 11’ê Cotmehê de jî Efşîn Îbrahîm ê 27 salî ji aliyê hêzên îdareya Îtlaatê ya bajar ve bêyî fermana dadwer hate binçavkirin.