HRANA: Li Îranê di 24 saetên dawî de 14 sivîl mirin

HRANA'yê têkildarî êrişên Îsraîl-DYA'yê yên li ser Îranê daxuyaniyek da û ragihand ku di nava 24 demjimêrên dawî de 14 sivîl hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn.Artêşa Îsraîlê bi daxuyanîyekê eşkere kir ku balafirên wan ên şer li bajarê Ehwazê, tesîseke nukleerî ya Îranê hedef girtine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê Îsraîl- DYA û Îranê di roja 13'emîn de didome.

Ajansa Nûçeyan a çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) têkildarî êrişên 24 demjimêrên dawî yên Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên li ser Îranê daxuyanî da.

HRANA'yê ragihand ku di nava 24 demjimêrên borî de Îsraîl û DYA'yê li 22 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, herî kêm 208 êrîş pêkanîne.

4 ji wan baregehên leşkerî, navendên hêza Besîc, baregehên Supayê Pasdaran, bîrên Petrolê, balafirgehên leşkerî, navendên Polîsan û qadên enerjiya atomî yên Îranê bûn.

Li gorî rapora HRANA'yê di encama êrîşên 24 demjimêran de, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 14 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan, ku 5 ji wan zarok û 3 ji wan jin bûn.

Her wiha 6 welatiyên sivîl jî birîndar bûn.

HRANA'yê ragihand ku piraniya êrîşan li ser Tehran, Sine, Îsfehan û Elburz hatin kirin.

Di heman raporê de, HRANA'yê destnîşan kir ku niha ji bo piştrastkirina kuştinê û birîndarbûna 352 kesan, lêkolîn tê kirin.

Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA'yê ragihand ku ji destpêka êrîşên ve, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, jê 205 zarok, bi giştî hezar û 276 welatiyên sivîl hatine kuştin.

 

Artêşa Îsraîlê: Me êrîşî baregehên Îranê yên li bajarê Ehwazê kirin

 

Artêşa Îsraîlê daxuyanî da û got ku balafirên şer ên Îsraîlê li bajarê Ehwazê yê Îranê, êrîşên hewayî li dijî bi dehan baregehên Besîc, Sepah, Polîs û Artêşê pêk anîn.

Her wiha çavkaniyên herêmî jî destnîşan dikin ku bi dehan bingeh û avahiyên leşkerî yên Besic, Sepah, Polîs û Artêşê hatine wêrankirin.

 

Îsraîlê êrişî tesîsa nûkleerê ya Îranê kir

 

Artêşa Îsraîlê îro li ser mijara tesîsa nukleerî ya li Îranê daxuyanî da.

Artêşa Îsraîlê eşkere kir ku hêzên wan ên hewayî di rojên dawî de li tesîsa 'Taleghan 2' ya nûkleerî dane û tesîsa nûkleerî hilweşandine.

 

Elî Ekber Wermeqanî: Li parêzgeha Sineyê, 27 cih bûn armanca êrişan

 

Di nava 24 demjimêrên dawîyê de, li şeş bajarên parêzgeha Sineyê, 27 cih bûn armanca êrîşan û 183 kes birîndar bûn.

Alîkarê Parêzgarê Sineyê yê Karên Siyasî, Ewlehî û Civakî Elî Ekber Wermeqanî daxuyaniyek da.

Elî Ekber Wermeqanî ragihand ku di pêla dawî ya êrîşên Amerîka û Îsraîlê de yên ku ji nîvroya çarşemê ve dest pê kiriye, bajarên Seqiz, Bane, Dîwandere, Qurwe, Merîwan û Sewlawayê bi dijwarî hatine bombebarankirin.

Wermeqanî got: "Li wan bajaran 27 cih hatine armanckirin û ji ber vê yekê 183 kes birîndar bûne.

Tîmên hewarçûnê birîndar veguhastine nexweşxaneyan."

Wermeqanî di daxuyaniya xwe de behsa ti kuştiyan nekir.

Qaymeqamê Sineyê Xerîb Secadî jî doh ragihandibû ku heta niha li nav bajarê Sineyê 17 cih hatine bombebarankirin.

Li gorî gotina qaymeqam, ji bilî saziyên ewlehî û leşkerî, zirar gihîştiye 2 hezar avahiyên niştecihbûnê.

Birêvebirê Giştî yê Şûnwar û Mîratên Çandî yê Sineyê Puya Talibniya jî eşkere kir ku di encama êrîşan de, zirar gihîştiye hinek avahiyên dîrokî yên bajarê Sineyê.

Puya Talibniya anî ziman ku avahiyên wekî Asif, Salarseîd û Xesrewawayê di nav wan cihên zirardîtî de ne.

Îsraîl û Amerîka ji 28'ê Sibatê ve êrîşî Îranê dikin, li Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî baregehên hêzên Îranê dikin hedef.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye