Mexmûr: Bi dronan êrîş li ser baregeha leşkerî ya îraqê hate kirin

Ji destpêka şerê Îsaîl, Amerîka û Îranê de gelek deverên Başûrê Kurdistan û Îraqê hatine bombebaran kirin. Li Mexmûrê baregeheke artêşa Îraqê hat bombebarankirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê Îsraîl û Amerîkayê yê li gel Îranê 28'ê Sibatê dest pê kiriye, ji roja destpêkê ve ta îro, Îraq û Başûrê Kurdistanê rastî êrîşan tên.

Îro li navçeya Mexmûrê ya Mûsilê, bi droneyên xwekuj êrişek li ser Baregeha Artêşa Îraqê hate kirin.

Di nêzîkî 24 demjimêrên dawî de 39 dron û mûşek arasteyî parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê hatin kirin.

Li gorî agahiyan ji 39 êrişên ku ji duh ve, li dijî Başûrê Kurdistanê hatine kirin, 22 êrîş sibeha îro pêk hatin.

17 ji wan li Hewlêrê û 5 jî li Silêmaniyê bûn.

Li gorî komên çekdar ên Berxwedana Îslamî ya Îraqê, armanca 17 dronên li sînorê Hewlêrê Konsulxaneya Amerîkayê û hêzên Koalîsyonê yên li Balafirgeha Hewlêrê bûn.

Hemû dron ji aliyê pergala parastinê ve hatin têkşikandin.

Perçeyên dronan li Hola Seed Ebdulah, derdora balafirgehê, Kanî Qirjale, Behirkê û Gundê Korî ketin xwarê.

Di heman demê de li Silêmaniyê du caran sînorê Fermandariya Herêma Duyem a Pêşmerge û taxa Qalawê ya li navenda bajêr bûn armanca dronan.

Di êrişa li ser taxê de zarokek birîndar bû.

Her çiqasî Dezgeha Ewlehiya Herêmê (Asayîşa Silêmaniyê) di daxuyaniyekê de ragihandibe ku di bûyerê de ti windahiyên canî nînin jî agahiyên dawî behsa birîndarbûna zarokekî dikin.

 

Li gorî amarên nû yên êrişan ji 28'ê Sibatê ve heta îro şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê di roja 13'an de didome, 267 dron û mûşek arasteyî Başûrê Kurdistanê hatine kirin.

 

Di êrîşên li ser herêma Başûrê Kurdistanê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dane

 

Di encama wan de 5 kesan canê xwe ji dest daye û 24 kes jî birîndar bûne ku di nav wan de zarok jî hene.

Heta îro bi 222 dron û mûşekan êrişî Hewlêr û sînorê parêzgehê hatiye kirin.

Di heman demê de 39 êriş li bajarê Silêmaniyê û sînorê parêzgehê hatine kirin.

Di rojên borî de 3 êrişên bi 4 dronan li ser parêzgeha Dihokê hatin kirin.

Li Helebçeyê herî kêm êriş hatine kirin û 7'ê Adarê bi du dronan êrişî Çiyayê Şinrûyê hat kirin.

Kesekî ku canê xwe ji dest daye karmendekî asayîşê yê li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû.

Çar ji wan Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê bûn ku du li Hewlêrê û du jî li Silêmaniyê bûn.

Amarên derbarê birîndaran de wiha ne:

3 karmendên asayîşê yên li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê, du parêzvanên taybet ên li baregeha berê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Silêmaniyê, parêzvanên Hotel Tîtanîkê ya li Silêmaniyê.

Her wiha çar sivîl birîndar bûne ku yek ji wan kuryeyekî motorsîkletê yê li Hewlêrê bû.

Birîndarek li Kampa Bacid Kendalê ya li Zaxoyê, perestarek li Kampa Azadiyê ya li Koyeyê û îro jî 12ê Adarê zarokek li taxa Qalawê ya Silêmaniyê birîndar bû.

Her wiha ji ber êrişan 14 Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê birîndar bûn.

Gelek deverên Hewlêr, Silêmaniyê,Dihok û Helebçeyê yê Başûrê Kurdistanê rastî êrîşan hatine.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye