Li Sûriyê hebûna çeteyên DAIŞ'ê

Di dema hilweşîna rêjîma Baasê de, çeteyên DAIŞ'ê derfet dît. Çeteyên DAIŞ'ê gelek deverên çekdarên Îranê kontrol kirin û gelek çete ji zindanan derketin. Niha jî, çeteyên DAIŞ'ê pêla êrîşên xwe li dijî Hikûmeta Veguhêz zêde kirine. Çeteyên DAIŞ'ê bi van êrîşên xwe ji cîhanê re didin diyarkirin ku ew hene û bihêz in.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

8'ê kanûna 2024'ê, rêjîma Baasê hilweşiya.

Çeteyên DAIŞ'ê ev valatî bi kar anî û tevgera xwe li çolistana Sûriyê zêde kir.

Li rex vê jî, di pêvajoya hilweşînê de gelek zindan hatin vekirin.

Dîsa dema êrîşên çekdarên girêdayî Hikûmeta Vegûhêz, bi taybetî li Kampa Holê, kampên malbatên çeteyên DAIŞ'ê yên li bakur û rojhilatê jî vebûn.

Careke din endam, berpirs û mîrên girtî yên çeteyên DAIŞ'ê li hev kom bûn û malbatên wan jî gihaştin wan.

Vê yekê hişt ku çeteyên DAIŞ'ê bihêz bibin û xwe ji nû ve zindî bikin.

Ji bo vê, çeteyên DAIŞ'ê gelek êrîş kirine.

Çeteyên DAIŞ'ê li çolistana Sûriyê êrîşî tankerên petrolê yên Hikûmeta Veguhêz dikin.

Berî hefteyekê, li Reqayê çeteyên DAIŞ'ê êrîşî navendeke hêzên ewlehiya giştî a Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê kirin.

Piştî vê jî, li Şamê erebeya berpirsekî payebilind ê Hikûmeta Sûriyê hat teqandin û tê de ew kes birîndar bû.

Ya herî dawî jî, ya duh a li dijî hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bû.

Duh, çeteyên DAIŞ'ê li ser rêya M4 nêzîkî gundê Tahnayê yê Minbicê 2 leşkerên Hikûmeta Veguhêz kuştin.

Li Sûriyê ji 17'ê sibatê heta niha ve DAIŞ'ê 50 kes kuştine

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê bîlançoya êrîşên çeteyên DAIŞ'ê da.

Çavdêriya Mafên Mirovan ragihand ku li Sûriyê ji 17'ê sibatê heta niha ve, çeteyên DAIŞ'ê 56 êrîş kirine.

Li gorî wê, di encamê de, ji wan 40 leşkerên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, 50 kes hatine kuştin.

Çeteyên DAIŞ'ê bi van êrîşên xwe, ji her kesî re nîşan didin ku vaye ew li Sûriyê hene û bihêz in.

Di sala 2012'an de, çeteyên DAIŞ'ê ji Îraqê hatin Sûriyê.

Di sala 2015'an de, çeteyên DAIŞ'ê ji 35 heta 50% ji xaka Sûriyê dagîr kiribû.

Lê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD'ê bi alîkariya Koalîysona navdewletî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dawî li çeteyên DAIŞ'ê anî.

Niha jî, ew şaneyên çeteyên DAIŞ'ê li çolistana Sûriyê li hev kom dibin û xwe rêxistin dikin.

Çavdêr dibêjin heke Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê tedbîran negire, gengaz e ku çeteyên DAIŞ'ê çareke din êrîş bikin û herêmên weke Dêrezor, Minbic û Reqayê bixin bin kontrola xwe.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye