Êrîşên Îsraîlê yên li ser deverên cuda yên Lubnanê berdewam dikin.
Rayedarên Îsraîlî û Amerîkî ji malpera nûçeyan a Amerîkî Axios re gotin ku Îsraîl plan dike ku operasyonên xwe yên bejayî li Lubnanê berfireh bike.
Li gorî malpera Axios, ev plan bi armanca kontrolkirina hemû axa li başûrê Çemê Lîtanî û hilweşandina binesaziya leşkerî ya Hizbullahê, tene kirin.
Li aliyekî din, rayedarekî Îsraîlî gef li Lubnanê xwar û got: "Em ê li Lubnanê tiştê ku me li Xezzeyê kir, bikin."
Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Naîm Qasim duh, li ser televîzyona Al-Manar got:
"Me xwe ji bo şerekî dirêj amade kiriye.
Gefên dijmin me natirsînin."
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya fermî, herî dawî li bajarê Sayda ê başûrê Lubnanê, di êrîşeke asmanî ya Îsraîlê de, çar kes hatin kuştin.
Her wiha Îro jî, Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, ragihand ku li başûrê Lubnanê li ser navendeke tenduristiyê di encama êrîşeke asmanî ya Îsraîlê de, 12 karmendên bijîşkî hatine kuştine.