Îro gelê Başûrê Kurdistanê û bi taybetî xelkê parêzgeha Dihokê, 35'emîn salvegera Serhildana (Raperîna) bajarê xwe pîroz dikin.
Ev raperîn wek yek ji girîngtirîn xalên werçerxî yên siyasî di dîroka Başûrê Kurdistan û Iraqa nûjen de, tê pênasekirin.
Di 14’ê Adara 1991’an de, gelê Dihokê li dijî zilm û zordariya rejîma BAAS'ê ya Sedam Husên serî hilda û rûpeleke nû di dîroka xwe de vekir.
Piştî ku pêla Raperînê ji Ranya dest pê kir û bajarên Silêmanî û Hewlêrê hatin rizgarkirin, di sibeha 14'ê Adara 1991'an de dor hatibû ser Dihokê.
Gelê bajêr bi piştgiriya hêzên Pêşmerge, êrîşî baregehên leşkerî û navendên îstîxbaratî yên rejîma Sedam Husên kirin.
Her çiqas rizgarkirina bajêr serkeftineke mezin bo gelê Başûrê Kurdistanê bû, lê bê qurbanî nebû.
Di şerên kolan bi kolan de, bi dehan welatî û Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan.
Karesata piştî serkeftinê: Koçberiya mezin (korew)
Şahiya azadiyê ya Dihokê pir neajot.
Di dawiya Adara 1991'an de, artêşa Iraqê bi hemû hêza xwe êrîşeke berovajî da destpêkirin.
Ji ber tirsa kîmyabaranê û dubarebûna jenosîda Enfalê, bi sed hezaran xelkê Dihokê ber bi sînorên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ve koçber bûn.
Ev koçberî bi navê "Korewa mezin" tê naskirin.
Li ser sînoran û di nava çiyayên berfî de, bi hezaran zarok, kal û pîr ji ber serma û birçîbûnê canê xwe ji dest dan.
Vê koçberiyê bala cîhanê kişand li ser doza Kurd û bû sedema derketina biryara 688 a Neteweyên Yekbûyî, ku "Herêma Aram" (Safe Haven) ava kir.