Îlham Ehmed peyam da şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

Îlham Ehmed peyama dilrihetiyê da şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û ji wan xwest li malên xwe bimînin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed der barê êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de ji ANHA’yê re axivî.

Îlham Ehmed got: "Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê ji bo parastina niştecihan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne, lê komên girêdayê hikumeta veguhêz ambargo daniye ser her du taxan. Hêzên ewlehiya giştî yên girêdayî hikumeta veguhêz dibêjin Wezareta Parastinê her du tax dorpêç kirine. Gelo çima hêzên leşkerî taxên sivîlan dorpêç dikin û armancên wan ji vê yekê çi ne?”

Îlham Ehmed bang li şêniyan kir ku ji taxê dernekevin û got tu niyetên êrişan ne ji aliyê hikumeta veguhêz ve û ne jî rageşiyek ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve li ser her du taxan tune ne.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve anî ziman ku dan û standin bi sepandina ewlehiyê bi rêya pêkanîna bendên peymana 1’ê Nîsanê ya der barê Helebê de hatiye îmzekirin, dewam dikin û got: "Em bi israr in ku peyman bi cih were."

Îlham Ehmed her wiha bang li hikumeta veguhêz kir ku xwe ragire û binpêkirinên ku ji aliyê komên girêdayî wê ve têne kirin, rawestîne.

22’yê Kanûnê komên girêdayî hikumeta veguhêz ji gelek aliyan ve bi tank û obîsan êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir. Di encamê de jinek şehîd bû û 19 sivîl û 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn. Piştre lihevkirin li ser agirbestê çêbû. Lê dîsa jî komên girêdayî hikumeta veguhêz car caran guleyan li her du taxan direşînin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye