8 belavkarên hişbirê li Reqayê hatin girtin

Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê operasyonek li bajarê Reqayê li dijî bazirgan û belavkarên hişbirê li dar xist. Di encam de 8 belavkar hatin girtin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Girêdayî operasyonê navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  daxuyaniyek da.

 

Di daxuyaniyê de hat ragihand ku 8 belavkarên hişbirê hatin girtin û gelek madeyên hişbirê yên cur bi cur, çek, cebilxane û pereyên sexte hatin dîtin û destserkirin.

 

Her wiha navendê diyarkirin ku  li gelek cihên li hundirê Reqa û gundewarê wê operasyon li dar xistine û di operasyonê de ev tişt hatin dîtin û desteserkirin:

 

11.56 gram madeya krîstal meth

157 hebên kaptagonê

10 hebên hişbirê ji karên tibî

1.74 gram heşîş

100 dolar sexte û alavên bikaranîna hişbirê

 Klaşînkovek tevî cercor û 13 guleyên wê hatin dîtin û destserkirin.

 

Navendê da zanîn ku  kesên hatin girtin ji Dozgeriya Giştî re hatine şandin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye