Di operasyona Hesekê de 51 DAÎŞ’î hatin girtin

Li Hesekê bi beşdariya zêdetirî 3 hezar şervanan li dijî şaneyên DAIŞê operasyoneke berfireh a ewlehiyê pêk hat. Di encama operasyonê de 51 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin û gelek çek û cebilxane jî hat desteserkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji bo xurtkirina ewlehî û aramiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh li bajarê Hesekê operasiyoneke berfireh pêk hat.

Der barê operasyonê de Hêzên Operasyona Ewlehiya Domdar a Gelan li bajarê Hesekê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) operasyoneke berfireh bi navê "Ewlehiya Domdar a Gelan" li çend taxên bajarê Hesekê dest pê kirin û wiha lê zêde kir:

"Ev operasyon piştî wê yekê pêk hat ku rêxistinê tevlihevî û valehiya ewlehiyê li gelek hrêmên çolê û hundirê Sûriyê, bikar anî û li erdnîgariya Sûriyê tevgera wê zêde bû.

Lewma êdî ew herêm ketibûn bin destê wan şaneyên terorîst û dixwestin li herêmên din jî belav bibin, bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku girtîgeh û kampên ku terorîst lê dimînin hene."

Hate diyarkirin ku agahiyên îstîxbaratî yên hêzên QSD'ê û hêzên hevkar, eşkere kirin ku rêxistin hewl dida Hesekê veguherîne navendeke êrişên xwe yên terorîst, bi taybet li taxên nêzîkî girtîgeha Sînaa û li derdora bajêr û got: "Vê operasyonê ew hewldan têk bir."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku operasyon di nava 14 saetan de pêk hat, zêdetirî 3 hezar şervan tevlê bûn, Hêzên operasyonê hemû armancên xwe pêk anîn, 51 terorîst girtin, di nav wan de terorîstên ku tevlî êrişên li ser sivîl û navendên ewlehî û xizmetê bûn hene.

 

Her wiha di operasyonê de amarên çek, cebilxaneyê û lojîstîkê yên şaneyên terorîst hatin desteserkirin ev bûn:

 

50 Kalaşnîkov

155 Cercûrên Kalaşnîkovan

16 Demance

16 Cercûrên demanceyan

1 BKC bi cebilxane

5 Bombeyên destan

3 Bêtêl

3 Tifingên Brno

Hijmarek guleyên Kalaşnîkovê

Hijmarek alavên leşkerî û cilên ku di êrişên terorîstî de hatine bikar anîn.

Hêzên Operasyona Ewlehiya Domdar a Gelan di dawiya daxuyaniya xwe de teqezkirin ku ew ê her dem tevgerên biguman bişopînin û operasyonên têkibirina terorê di hemû aliyan de bidomînin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24