Civîna ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin Amedê pêk hat bi diyar kirina dîwanê re dest pê kir.
Diwan di derbarê xebatên meclîsê de agahî dan û beşdarvan nêrînên xwe ji bo xebatên ziman a bajêr anîn ziman.
Zimanzan Bahoz Baran destnîşan kir ku kare ziman karekî neteweyî ye û got: “Divê hiqûqa vî zimanî, materyal û tiştên vî zimanî werin çêkirin.”
Li ser navê Yekîtiya Weşangerên Kurd jî nîvîskar Jêhat Rojhilat pêşniyar kir ku destpêkê hemû endamên Meclîsa Bajêr perwerdeya Kurdî bibînin.
Piştî axafitinên beşdarên din ji bo rêveberiya meclîsê 13 kes hatin hilbijartin. Meclîs dê di 13’yê Îlonê de bi civînekê desteya rêveberiya xwe diyar bike.