Li gorî Ajansa Bloombergê, ji bo Hikûmeta Veguhêz a Şamê li dijî gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê êrîşan pêk bîne, dewleta Tirk plan dike ku alavên leşkerî yên weke wesayîtên zirxî, balafirên biçek , topavêj, mûşek û sîstema parastina hewayî bide wan.
Ajansê destnîşan kir ku armanca dewleta Tirkiyê ji vê yekê ew e ku bingeha xwe yên leşkerî li ser axa Sûriyeyê bihêztir bike û ji bo êrîşî ser Kurdan bike rê ji xwe re veke.
Rayedarên dewleta Tirk ji Ajansa Bloombergê re ragihandine ku ev nêzî mehekê ye lihevkirinên ewlehiyê bi Şamê re çêbûye, di nav muzakereyan de ne ku rê dide dewleta Tirk dikare 5 kîlometre bikeve nav axa Sûriyê û dewleta Tirk dixwaze vê kûrahiyê bike 30 kîlometre.