Birayê yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mehmet Saît Yildirim, welatparêz Kurd Hasan Yildirim di encama krîza dil de Jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Yildirim, li gundê jê dayik bûyî li Qerxebazarê yê navçeya Kanîreş a Çewligê hate definkirin.
Hêjayî bi bîr xistinê ye ku Malbata Hasan Yildirim di Dîroka Gelê Kurd de qasî xwedî êşe heman wext xwedî berxwedaneke pir bi nirxe jî.
Ji serhildana Şêx Seîd heta tekoşîna tevgera azadiyê berxwedan
Hasan Yildirim, di sala 1960’ê de li gundê Qerxebazarê yê navçeya Kanîreş a Çewligê ji dayik bû. Malbata Yildirim, di Serhildana Şêx Seîd de cih girt û kalê wî li Deriyê Çiyê hat daliqandin. Gelek endamên malbatê jî di serhildanê de jiyana xwe ji dest dan. Birayê Yildirim, Mehmet Saît Yildirim yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê ye.
Êşkence û zext li pêşiya hestên welatparêziyê nebûn asteng
Di dirêjahiya Jiyana Hasan Yildirim, dema li Beşa Ragihandinê ya Fakûlteya Zanistên Siyasî ya Enqereyê bi serket, li wir kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr û hevalên wan nas kir.
Di 12’ê Îlonê de hate girtin û tevî êşkenceyên giran lê hatin kirin dest ji tekoşînê berneda.
Êşkence û zext li pêşiya tekoşîna Hasan Yildirim nebûn asteng bi salan di kar û xebatên sendîka û saziya ziman KURDÎ-DER’ê de cih girt.
Kurê Hasan Yildirim û biraziyê wî jî di salên borî de tevlî refên PKK’ê bûn.