Bakurê Kurdistanê quntara Qerejdaxê bi agirê newrozê ronî bû

Bakurê Kurdistanê, îşev quntara Çiyayê Qerejdaxê yê Amedê bi agirê Newrozê ronî bû. Bi hezaran kesên ku li quntara Çiyayê Qerejdaxê hatine ba hev agirê Newroza 2026an pêxistin. Her wiha DBP û DEM Partiyê, li taxa 5 Evlerê ya Agiriyê bi meşeke meşaleyî Newroz pîroz kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Amedê îsal Cejna Newrozê bi dirûşmeya “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” tê pîrozkirin.

Li gundê Keloşkê yê li quntara Çiyayê Qerejdaxê Amedê bi tevlîbûna parlamentera Amedê Adalet Kaya, hevserokên DEM Partiyê û DBPê yên Amedê, hevşaredarên Rezanê, çalakvanên TJAyê, gelek nûnerên saziyên sivîl û welatî şeva tarî bi agirê Newrozê ronî kirin.

Ciwanên ji du baskên gund meşale pêxistin li qada gund gihîştin hev.

Her wiha ciwanên meşale pêxistin posterê mezin ê Rêberê PKK Abdullah Ocalan vekirin û bi dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Hevserokê DEM Partiyê Abbas Şahîn, endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYDê Salih Muslim bi bîr anî û bal kişand ser aktorê sereke yê pêvajoyê Abdullah Ocalan.

Parlamenter Adalet Kaya da zanîn ku girîngiya pêvajoya niha û divê piştgiriya Pêvajoya Aştî û Demokrasiyê were kirin.

Piştî axaftinan, jin, ciwan û rêveberên partiyan li nava gund agirê Newrozê pêxistin.

Pîrozbahî heta derangiya şevê bi coşa govend û stranan berdewam kir.

Rêxistinên DEM Partî û DBP'ê yên Agiriyê bi boneya Newrozê li taxa 5 Evlerê ya navendê pîrozbahiyek li dar xist.

Di pîrozbahiyê de ciwan bi meşaleyan meşiyan û agir pêxistin.

Şêniyên tax jî beşdarî bernameyê bûn û demeke dirêj li derdora agir govend gerandin.

Her wiha ciwan û zarokên taxê xwe bi ser agir ve avêtin û çanda dîrokî zindî kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye