Li Helebçe û Şarezûrê metirsiya kêmbûna berhemên hinaran heye

Baxevanên li sînorê Helebçe û Şarezûrê diyar kirin ku baxên hinaran bi rengê biharê xemilîne, lê heta niha ji ber serma û baranê, qet gul nedane.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêveberê beşa bexçevaniyê Necmeddîn Omer têkildarî vê mijarê wiha got:

“Her darek hinaran ji dema ku serma dişikê, dest bi kulîlkdanê dike.

Lê îsal, heta niha jî ev serma berdewam dike.

Ev yek bûye sedema derengketina kulîlkdana hinaran.

Ger germahî bilind bibe, hinar dê kulîlkan vede û vegere rewşa xwe ya berê.

Lê belê, ger bilindbûn ji nişka ve bê û em bikevin demsala havînê, dibe ku bergirtin çênebe yan jî qels bibe.”

Her wiha Necmeddîn Omer got ku li deverê darên hinaran kulîlk nedane û wiha bi dawî kir:

“Ji ber vê yekê, heke dar di dema xwe de kulîlk nede û neyê dewlemendkirin, berhemeke biçûk, qels û bi kalîteyeke nebaş dê were hilberandin.

Ji ber ku hinar di destpêka gulanê de dest bi kulîlkdanê dikin.

Ger wisa berdewam bike, dê îsal hilberîna hinaran kêm be.”

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye