Vîruseke nû bi navê Hantavirus hatiye dîtin

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku heta niha şeş rewşên bi vîrusa Hantavirusê hatine piştrastkirin, 3 kesan ji wan jiyana xwe ji dest daye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî Coronayê, niha jî vîruske bi navê Hantavirus belav bûye.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku heta niha şeş rewşên bi vîrusa Hantavirusê hatine piştrastkirin.

Piştî belavbûna vîrusê li keştiyeke geştyariyê, heşt rewşên gumanbar hebûn ku niha şeş rewş hatine piştrastkirin.

Netewên Yekbûyî bi daxuyaniyekê da zanîn ku heta 8’ê gulanê, bi tevahî heşt rewş hatine ragihandin ku ji wan sê kesan jiyana xwe ji dest daye.

Şeş rewşên bi nexweşiya Hantavirus hatine piştrastkirin

Şeş rewş di taqîgehê de wekî nexweşiya Hantavirus hatine piştrastkirin.

Ev şeş rewş hemû wekî malbeta vîrusa Andes hatine naskirin.

Ajansa France-Presse diyar kir ku Rêxistinê daye zanîn ku asta xetereyê ji bo rêwî û endamên ekîba li ser keştiyê navîn e.

"Metirsiya belavbûna Hantavîrusê pir kêm e"

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ji raya giştî re piştrast kir ku metirsiya belavbûna hantavîrusê li seranserê cîhanê "pir kêm" e. 

Berdevkê Rêxistina Tendûristî ya Cîhanî Christian Lindmeier li Cenevrê ji rojnamevanan re got:

"Ev vîruseke xeternak e, lê tenê ji bo kesê vegirtî. Metirsiya ji bo niştecihan bi giştî pir kêm dimîne."

Berdevk rave kir ku di hin rewşan de nexweşî heta li ser kesê ku li kêleka kesekî nexweş di kabînê de dimîne jî belav nebûye.

Berdevkê WHO: Ev nexweşî belav nabe

Her wiha wî got:

"Bo nimûne, ew ne mîna sorikê ye.

Ger hûn li vir di odeya çapemeniyê de bin û kesek li pêş bikuxe, rêzên pêşîn ne di xetereyê de ne.  Ev ne COVID-19 e."

Di destpêka hefteya bê de, nêzîkî 150 rêwî û endamên ekîbê yên ku hîn jî li ser keştiyê ne, wê ji keştiyê werin derxistin.

Keştî ji dawiya hefteya borî ve di bin çavdêriya tenduristiyê ya navneteweyî de ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye