Ev buhabûna ku çêbûye, bûye sedem ku nerazîbûneke mezin di nav xelkê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de çêbibe û li çend bajaran xwepêşandanên nerazîbûnê hatin sazkirin.
Ciwanekî bajarê Qamişlo ye, ji bo debara jiyana xwe li ser cadeyê li gor demsalê mîweyan difroşe.
Barê jiyana rojane giran bûye, ev ciwan dibêje, ew rojê 150 hezar lîreyê Sûrî qezenc dike, lê ji vî pereyî zêdetir xerc dike.
Li cade û kolanên Qamişlo nerînên cuda derdikevin
Li cade û kolanên vî bajarê Rojavayê Kurdistanê nerînên cuda derdikevin, lê piraniya nerînan yek peyamê dighînin, buhabûnê pişta vê xelkê şikandiye.
Dayikek dibêje malbata wan ji 5 kesan pêk tê, ew di mehê de ji 500 heta 600 dolarî xerc dikin, lê mûçeya ku derbasî mala wan dibe kêmtir e ji 200 dolarî.
Roj bi roj buhabûn zêdetir dibe
Roj bi roj guhertin di nirxan de çêdibin, piranî bilind dibin, her ku buhabûn jî zêdetir dibe, yên ku herî zehemetiyê dibînin hejar û belengaz in, karker û karmendên ku roja ku kar bikin, dikarin nan ji malbata xwe re peyda bikin, lê roja kar tune be, deyn dikin, ev kes ên ku herî zêde zirar gihiştiye wan ew jî piraniya civakê pêk tînin.
Daxwaz tê kirin ku çareseriyek ji vê buhabûnê re bê dîtin
Ji bo peydakirina nanê malê, şerekî sar tê kirin, ew jî şerê peydakirina nanê rojane ye.
Di vî şerî de sal derbas dibin pişta mirovan xûz dibe, porê wan spî dibe, ji ciwaniyê derbasî pîriyê dibin, carinan serkeftî derdikevin û caranian jî rastî binketinê dibin.
Gel, daxwaz dike ku çareseriyekê ji vê pirsgirêka buhbûnê re were dîtin.