Sînemaya Kurdî li Amedê nexşerêya xwe diyar dike

Wê çend rojên pêşiya me, li Amedê li ser pêşeroja sînemaya Kurdî Komxebatek were lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Zêdeyî 100 derhêner, lîstikvan, senarîst, nivîskar û pisporên pîşesaziya fîlman ji herêmên cuda dê beşdarî Komxebata Sînemaya Kurdî bibin.

Hat ragihandin ku Komxebata Sînemaya Kurdî dê di 4-5'ê tîrmehê de li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê were lidarxistin.

Di van herdu rojan de dê li ser dijwariyên di pêvajoyên hilberînê yên sînemaya Kurdî de were gotûbêjkirin.

Dîsa pêşveçûna wê ya dîrokî û pêşniyarên çareseriyê dê bibin mijarên gotûbêjê.

Hat eşkerekirin ku di çarçoveya nirxandinên kolektîf de ku di komxebatê de hatine kirin, dê nexşerêyeke hevpar were derxistin.

Bi taybet jî armanc dike ku di xebatên weke hilberîna belgefîlman, arşîv, festîvalên fîlman û hevkariyên navdewletî de gavên kolektîf werin avêtin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye