Belgefîlma ajokarên ambulansên şerê Reqayê tê amadekirin

Heyva Sor a Kurd û Komîna Fîlman a Rojava li ser keda ajokarên ambulansan ên di şerê Reqayê yê 2017’an de mabûn, belgefîlmekî çêdikin. Xebatkara ragihandina Heyva Sor Medya Xanim û ajokarên ambulansên şerê Reqayê senaryoyekê nivîsandine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Derhênerê fîlmê û endamê rêveberiya Komîna Fîlman a Rojava Yilmaz Mihemed Elî diyar kir ku wan di 24’ê Îlonê de dest bi kişandina fîlmê kirine û heta 5’ê cotmehê bi dawî kirine.

Dîmenê belgefilmê li Reqa û Qamişloyê hatine kişandin, 6 kesên ku di dema şer de li Reqayê kar kirine, di belgefîlm de bûyerê tînin ziman û lîstikvaniyê jî dikin. Her wiha 6 endamên Komîna Fîlman a Rojava jî di pêvajoya kişandina fîlmê de kar kirine.

Senarîsta belgefîlmê Medya Xanim dibêje ew dê destpêkê belgefîlmê nîşanî xebatkarên Heyva Sor a Kurd bidin û ew belgefîlmê diyarî ajokaran dikin.

Niha belgefîlm tê montajkirin û dê di nava hefteyekê de bi dawî bibe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye