Festîvala sê rojan berdewam kir bi dirûşmeya “Bi hêvî û baweriya şehîdan, aştî û civaka demokratîk, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bike” li Stadyuma Şehîd Bawer Agir a li bajarê Kobanê rêveçû.
Gelek mêvan ji deverên cûrbicûr beşdarî vê festîvalê bûn.
Roja sêyemîn a festîvalê berhemên hunerî hatibûn pêşkêşkirin
Di roja 3ˊyemîn a festîvalê de gelek hunermend berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin.
Piştre sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Bawer Agir hat pêşkêşkirin û piştî wê jî Desteya Jinan a kantona Firatê spasname da komîteya amadekar.
Festîval di roja xwe ya sêyemîn de bi gerandina dîlanan bi dawî bû.
Festîval bi vekirina stadyuma Şehîd Bawer Agir dest pêkir
Stadyuma Şehîd Bawer Agir mezintirîn Stadyum li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, bi fermî di roja yekemîn a Festîvalê de hate vekirin. Stadyum bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, Şehîdan û bi alan hat xemilandin.
Her wiha roja yekemîn ê Festîvalê bi komên hunerî ên pêkhateyên, Kurd, Ereb, Ermen û Suryan govendên gelêrî pêşkêş kirin.
Roja duyemîn a festîvalê bi çend lîstikan hatibû destpêkirin
Festîval di roja duyemîn de bi pêşbirka bezê û biskilîtan dest pê kir û piştre lîstika kişikê û voleybolê jî hatibûn lîstin.
Her wekî din jî, li Stadyuma Şehîd Bawer Agir çend maçên tîmên sporê yên bajarê Kobanê û Cizîrê hatibûn lidarxistin.
Xeyala Şehîd Bawer piştî 7 salan pêk hat
Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Firatê Avaşîn Misto bal kişand ser Stadyûma Şehîd Bawer Agir û got:
“Xeyala şehîd Bawer vekirina stadyûmeke bi vî rengî bû ku xizmeta ciwanan bike, Xeyalê wî pêkhat.”
Her wiha Avaşîn Misto da xuyakirin ku lêkirina Stadyûma Şehîd Bawer Agir di destpêka sala 2019’an de ji aliyê endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ve hatibû destpêkirin.