Rojîn Kabaiş, xwendekara sala yekem a Beşa Pêşveçûna Zarokan a Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Yüzüncü Yıl (YYU) ya Wanê bû.
Rojîn Kabaiş di 27'ê Îlonê de ji xewgehê derdikeve û careke din venagere. Hevalên wê, ji ber ku demek dirêj jê agahî nagirin xeber didin polîsan.
Polîs, Parastina Peravê ya Cendirmeyan, AFAD (Serokatiya Rêveberiya Karesat û Lezgîn) û agirkujiyên Şaredariya Bajarê Mezin yekser dest bi lêgerînê dikin.
Di encama lêgerîna 18 rojan de cenazeyê Rojîn Kabaiş li gundê Molla Kasim li rex qeraxê Gola Wanê ji aliyê hemwelatiyekê ve tê dîtin.
Jina ciwan Rojîn Kabaiş çawa hat kuştin?
Piştî dîtina cenazeya jina ciwan lêpirsîn hat destpêkirin û di encamê de rapora otopsiyê sedema mirinê wekî xeniqandin destnîşan kir. Lê belê, malbat îdia dike ku ev ne xwekuştine.
Bi hewldan û israra malbatê şûnve Tiba Edlî ya Wanê eşkere kir ku li ser bedena Rojîn Kabaîş DNA'yên 2 mêrên cuda hatine tespîtkirin ku ev rewş ihtîmala êrîşa cinsî radixe ber çavan.
Dosya Rojîn benda edeletê ye
Her çend salek di ser doza derbarê mirina gumanbar a Rojîn Kabaiş re derbas bûbe jî lê heta niha ti pêşveçûn çênebûye. Malbata wê îdîa dike ku keça wan hatiye kuştin.
Herî dawî di lêpirsîna mirina Rojîn Kabaiş de raporek balkêş ya Tiba Edlî ya Wanê ya otopsiyê derket holê. Hat ragihandin ku li ser bedena Rojîn Kabaîş DNA'yên 2 mêrên cuda hatine dîtin.
bi eşkerekirina vê raporê re parezerên malbata Kabaiş diyar dikin ku pewîste doz ji nû ve bê destgirtin û kiryar werin dîtin.
Têkildarî vê buyerê li dijî qetilkirina jinan û bê edeletiyê bi taybet ji bo doza Kabaîş gelek çalakî û daxuyanî hatin dayîn.
Di çalakiyan de, jinan siloganên wekê "Jin, Jiyan, Azadî", "Çi bi serê Rojîn Kabaiş hat" û "ji bo Narîn û Rojîn dadwerî" hat berzkirin.