Encamnameya komxebata ronesansa jinên Êzidî hate eşkerekirin

Li geliyê Kersê yê Şengalê, bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), komxebateke girîng hate lidarxistin. Ev komxebat bi semîner û nîqaşan li ser pirsgirêkên zêhniyetê, zayendparêzî, kuştin, xwekuştin, zewaca di temenê biçûk de, û bandora lîstina qûmarê ya mêran li ser jinan hat berhevkirin. Di dawiya komxebatê de jî hin biryar hatin girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh li geliyê Kersê yê Şengalê bi pêşengiya TAJÊ komxebateke jin hate lidarxistin.

Komxebat li ser pirsgirêkên zêhniyetê, zayendparêzî, kuştin û xwekuştinên jinan, çareseriya wê û rola jin di vejîn (ronesansa) Êzidiyan de bi semîner û nîqaşan, hate destgirtin.

Piştî nîqaşên berfireh ên Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî encamname hate diyarkirin.

Di encamnameyê de girîngî bi têkoşîna tundiya li ser jinê, pêşxistina fikra xwe rêxistinkirin û parastinê derkete pêş.

Her wiha di komxebatê de têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo jî biryar û helwest pêşket.

 

Di ronesansa Êzidiyan xweparastina jinê esas e

 

Her wiha piştî dayîna semînerên, ‘sosyolojiya jinên Êzidî, bandora fermanan li ser jinan, di ronesansa Êzidiyan de rola jin û xweparastinê’ encamname hate eşkerekirin.

Yek ji xala encamnameyê bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo bû.

 

Li ser banga Rêber APO li Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû destpê kir

 

Encamnameya Komxebata Jinên Êzidî ji aliyê mamoste Lîza Feqîr ve hate xwendin û ev agahî dan:‘‘Li ser banga Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ li Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû destpê kir.

Rêber Apo bi banga xwe ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ji bo civaka êzidî jî wek ronesansê bi nav kir.”

Piştî fermana 74an weke jin û civaka Êzidî li dor fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin û perwerde kirin.

 

Ji bo pêşxistina ronesansa civaka Êzidî biryar hatin girtin

 

Komxebat bi encamnameyekî bi dawî bû.

Hin xalên encamnameyê wiha ne:

1- Ji bo biserketina pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo ku mîmarê ronesansa êzidiyan e û ji bo Rêber Apo bikaribe hîn baştir rola xwe ya pêvajoyê bilîze, azadiya wî ya fîzîkî şert e.

2- Divê demildest di çarçoveya ‘Mafê Hêviyê’ de tekoşîn were bilindkirin.

3- Ji bo pêkhatina ronesansa civaka êzidî xwe li dor ronahiya zanista jineolojiyê perwerdekirin û pêkanîna veguherîna zihnî.

4- Li hember her cureyên êrîş û kuştina jinan, li ser esasê xwezanekirinê, xurtkirina parastina cewherî ya jinan.

5- Ji bo li ser xaka Êzidxanê  jiyana demokratîk û komînal li ser esasê weheviya jin û mêr pêk were, bilindkirina têkoşînê.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24