Êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezeyê berdewam dike.
Çavkaniyên nexweşxaneyên Xezeyê ragihandin ku ji sibehê ve li deverên cûda yên Xezeyê bi gulebarana artêşa Îsraîlê ve zêdetirî 40 kes hatin kuştin.
Cenazeyê girtiyekî Îsraîlî ji Xezeyê hate derxistin
Qenala 12 a Îsraîlê jî diyar kir ku cenazeya girtiyekî Îsraîlî yê bi navê Ilan Weiss ku di 7ê Cotmehê de ji aliyê Hamasê ve hatibû revandin, hat dîtin.
Her wiha Rêveberê Giştî yê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê eşkere kir ku ji destpêka îlan kirina pirçîbûnê li Xezeyê di nav de 6 zarok 39 kes ji ber birçîbûnê mirine.
Girêdayî vê mijarê, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi Rêvebera Cîbicîkar a Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî (WFP), Cindy McCain re civiya ji bo pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji sivîlên li Xezeyê re.
'Me dest bi operasyonan kiriye da ku êrîşekê li ser Xezeyê pêk bînin'
Herî dawiyê jî artêşa Îsraîlê bajarê Xeze wekî herêmeke şer a xeternak bi nav kir û got ku wan dest bi operasyon û qonaxên kirine da ku êrîşekê li ser bajêr pêk bînin.
Berê, artêşa Îsraîlê piştrast kir ku valakirina bajarê Xezeyê "bêçare" piştî ku Hikûmeta Îsraîlê biriyar da, Xezeyê bi giştî kontrol bike.