Parêzgarê Hesekê bi şandeyeke Rêxistina Pêşvebirina Civaka Sivîl re civiya

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bi şandeyeke Rêxisitna Pêşvebirina Civaka Sivîl re civiya.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Ev civîn duh li avahiya parêzgehê pêk hat.

Di civînê de rewşa civakî ya parêzgeha Hesekê û pirsgirêkên ku civakên herêmî bi wan re rûbirû ne, hatin nirxandin.

Derfetên xebatên rêxistinê li parêzgehê, bû mijara civînê.

Li rex vê jî, mekanîzmayên meşandina proje û bernameyên ku alîkariya aramiya civakî û pêşvebirina geşedanî ya herêmî dikin, hatin gotûbêjkirin.

Nûredîn Ehemd girîngiya hevrêziya di navbera dezgehên hikûmetê û rêxistinên mirovî û geşedanê de nirxand.

Parêzgar Nûredîn Ehmed diyar kir, ku divê saziyên sivîl ji hewcedariyên civakê re bibin bersiv û got ku weke parêzgar jî, dê piştgiriyê bidin însiyatîfên civaka sivîl.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye