Hewldana çekdaran a derbasbûna Şêx Meqsûdê hat têkbirin

Çekdarên girêdayî Hikûmeta Veguhêz ên ku hewl didan derbasî taxa Şêx Meqsûdê bibin, ji aliyê Hêzên Ewlekariyê ve derbên giran xwarin û 3 dronên wan jî hatin xistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hat ragihandin ku çekdarên girêdayî Hikûmeta Veguhêz ên ku dixwestin ji aliyê kolana Zixûr derbasî taxa Şêx Meqûsdê bibin, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve xwarin.

Hat zanîn ku di encamê de gelek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn û êrîş hat şikandin. Qad bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin.

Li gorî agahiyan tê gotin ku çeteyan zêdetirî 30 ambûlans şandine cihê pevçûnê ji bo ku kuştî û brîndarên xwe rakin.

Çeteyan di aliyê hola Medya de jî êrîş dane destpêkirin û li 3 noqteyan di navbera çeteyan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Şêx Meqsûd de şer û pevçûn berdewam dikin.

Di heman pevçûnan de, 3 doronên çeteyan jî hatine xistin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye