Artêşa Îsraîlê li başûrê Libnanê êrîşên asmanî pêk anîn û hişyarî da niştecîhên Ereb Salîm

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan piştî tespîtkirina du dronan ku ji aliyê Hizbullahê ve ber bi hêzên wan ve hatibûn avêtin, êrîşên asmanî li ser çend xalan li başûrê Libnanê encam dane. Berî êrîşan, daxwaz ji rûniştvanên gundê Ereb Salîm hate kirin ku ji hinek avahiyan dûr bikevin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çavkaniyên serbazî yên Îsraîlê ragihandin ku du drtonên teqîner ber bi şûnwarên serbazên wan ve li herêma sînorî ya başûrê Libnanê hatine avêtin. Li gorî heman çavkaniyan, yek ji van dronan hatiye xistin û di rûdanê de tu serbazên Îsraîlî birîndar nebûne. Aliyê Îsraîlî ev kiryar wekî binpêkirina rêkeftina agirbestê nirxand.

Wekî bertek, balafirên şer ên Îsraîlê çend xal û navçeyên cuda li başûrê Libnanê bombebaran kirin. Berî destpêkirina êrîşan, artêşa Îsraîlê nexşeyek belav kir û hişyariyeke bilez da niştecîhên gundê Ereb Salîm ku herî kêm 300 metreyan ji avahiyên ku hatibûn diyarkirin dûr bikevin, bi hinceta ku ew avahî li nêzî binesaziya Hizbullahê ne. Piştre zanyarî hatin dan ku ew cîh rûbirûyî bombebaranê bûne.

Li aliyê din, Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku di encama êrîşên Îsraîlê yên 24 saetên dawî de li ser deverên wekî Wadî Selûqî û gundê Mensûrî yê nêzî bajarê Sûrê, 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û 37 kesên din jî birîndar bûne. Di heman demê de, raporên medyayî destnîşan dikin ku artêşa Îsraîlê plan dike hejmara hêzên xwe li başûrê Libnanê kêm bike û sîstema xwe ya parastinê di kûrahiya 2 heta 4 kîlometreyan de li ser xeta sînor ji nû ve birêk bixe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye