Îmaratê nerazîbûna xwe li hemberî Şamê nîşan da

Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî `Îmarat`ê, kirinên li hember balyozxaneya xwe ya li Şamê şermezar kir û bang li rayedarên Sûriyê kir ku balyozxaneyê biparêzin û berpirsên vê kirinê ceza bikin. Nûnerê Amerîkayê yê ji bo Sûriyê Tom Barrack ji Şamê xwest ku nûneratiyên dîplomatîk biparêze. Uman, Qeter, Behreyn û Kuweytê êrîşa li ser balyozxaneya Îmaratê şermezar kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Beriya 2 rojan li paytexta Sûriyê komeke ji xwepêşanderan li pêş balyozxaneya Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî `Îmarat`ê, bi xwepêşandanekê piştgiriya Filistîniyan kir.

 

Wê komê xwest ku serokê berê yê firqeya "Artêşa Îslamê" Îsam Buweydanî ku ev salek e ji aliyê Îmaratê ve hatiye girtin, serbest were berdan.

 

Li wir xwepêşandêran kirinên deryasayî li hember avahiya Balyozxaneyê û mala Rêveberê Balyozxaneyê kirin.

 

 

Îmaratê binpêkirinên li dijî balyozxaneya xwe ya li Şamê şermezar kir

 

 

Wezareta Karên Derve ya Îmaratê, bi daxuyaniyekê ev bûyer şermezar kir.

 

Wezaretê, li hember heqaretên nepejirandî yên li dijî sembolên neteweyî yên welêt jî nerazîbûna xwe anî ziman.

 

Wezaretê bang li Sûriyê kir ku erkên xwe yên ji bo ewlekirina balyozxaneyê û karmendên wê rabe û tedbîrên pêwîst bigire da ku sûcdaran darizîne.

 

 

Tom Barrack ji Şamê xwest nûneratiyên dîplomatîk biparêze

 

 

Nûnerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo Sûriyê Tom Barrack îro têkildarî êrîşa li dijî Balyozxaneya Îmaratê ya li Şamê daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê X'ê parve kir.

 

Tom Barrak, diyar kir ku tevkariya DYA û Îmaratê ji hemû aliyan ve ji bo Rojhilata Navîn girîng e û wiha got:

 

"Em ji Şamê dixwazin ku hemû nûneratiyên dîplomatîk biparêze û xebata wêrek a lihevhatinê bidomîne."

 

 

Welatên Kendavê binpêkirinên li dijî balyozxaneya Îmaratê şermezar kirin

 

 

Uman, Qeter, Behreyn û Kuweytê êrîşa li ser Balyozxaneya Îmaratê şermezar kirin.

 

Van welatan, tekez kirin ku hedefgirtina mîsyonên dîplomatîk binpêkirineke eşkere ya qanûn û normên navneteweyî ye.

 

Her wiha daxwaz kirin ku sûcdar werin hesabpirsîn û tedbîr werin girtin da ku pêşî li dubarebûna bûyerên bi vî rengî were girtin.

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye