Ji Yemenê êrîşî balafirgeheke Tel Avivê kirin

Tevgera Hûsiyan a li Yemenê, ragihand ku wan bi mûşekeke balîstîk û gelek dronan êrîşî Balafirgeha Navneteweyî ya Ben Goryon a li Tel Avivê kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Her diçe şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de berfirehtir dibe.

 

Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yehya Serî, di daxuyaniyekê de diyar kir ku wan li dijî hinek xalên ku wekî "dilê Îsraîlê" tên hesibandin, operasyoneke nû daye destpêkirin û got:

 

"Me li herêma Yafayê Balafirgeha Lodê (Ben Goryon) û li başûrê Filistîna dagirkirî gelek armancên girîng ên leşkerî bi mûşekeke balîstîk û gelek dronan pêk anîne."

 

 

Berdevkê Hûsiyan: Me bi mûşekên balîstîk êrîşî Îsraîlê kir

 

 

Yehya Serî, dest nîşan kir ku ev êrîş ji destpêka şer ve, pêncemîn operasyona leşkerî ye ku ew li dijî axa Îsraîlê pêk tînin.

 

Berdevkê Hûsiyan, îdea kir ku ev çalakî "operasyoneke hevbeş" bûye ku ligel Supaya Pasdaran a Îranê, Artêşa Îranê û Hizbullaha Libnanê hatiye kirin.

 

Serî da zanîn ku operasyon serkeftî qediyaye û armanc bi hûrbînî hatine pêkanîn.

 

Hûsiyan wekî aliyekî girêdayî Komara Îslamî ya Îranê tekez kir ku heta êrîşên li ser Îranê ranewestin û "serkeftina dawî" pêk neyê, ew dê çalakiyên xwe yên leşkerî bidomînin.

 

Hûsiyan 27´ê adarê hişyarî dabû Amerîka û Îsraîlê û ragihandibû ku eger Deryaya Sor li dijî Îranê were bikaranîn "tiliya wan li ser tetikê ye" û ew ji bo destwerdana rasterast amade ne.

 

Yekser roja piştî wê hişyariyê, wan bi mûşeka balîstîk êrîşî başûrê Îsraîlê kir û bi awayekî fermî tevlî şer bûn.

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye