Ev demeke ku pirsgirêka Lubnanê didome û Îsraîl her tim hewldide ku Lubnanê têxe bin serweriya xwe.
Ajansa nûçeyan a nîştimanî ya Lubnanê ragihand ku Serokkomarê Lubnanê Joseph Ewn, li Qesra Baabda bi fermandarê fermandariya navîn a artêşa Amerîkayê (CENTCOM) admîral Brad Cooper re û balyoza Amerîkayê ya li Lubnanê Lisa Johnson û serokê komîteya şopandina agirbestê general Michael Lenny, civiya.
Di civînê de, Joseph Ewn daxwaz ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kir ku zextê li Îsraîlê bike, da ku bi tevahî ji başûrê Lubnanê vekişe, da ku artêşa Lubnanê li gorî biryara NY 1701 li seranserê welêt, heta sînorê navneteweyî, bicih bibe.
Divê karê komîteya agirbestê were aktîvkirin
Ewn tekez kir ku divê karê komîteya agirbestê were aktîvkirin, da ku peymana Mijdarê were bicihanîn, êrîşên Îsraîlê rawestin, Îsraîl ji deverên dagirkirî vekişe û girtiyên Lubnanî werin vegerandin.
Joseph Ewn diyar kir ku Artêşa Lubnanê heta niha %85ê herêma li başûrê Çemê Lîtanî kontrol kiriye,û ji destpêka vê operasyonê de, 12 leşker hatine kuştin.
"Îsraîl pêşveçûna artêşê Lubnanê asteng dike"
Duh jî, Meclîsa Libnanê civînek li dar xist, plana çekdarkirina artêşê bi awayekî erênî nirxand û diyar kir ku operasyonên leşkerî yên Îsraîlê li Lubnanê, pêşveçûna artêşê asteng dikin.
Wezîrê ragihandinê ya Lubnanê Pol Merqes, aşkera nekir ku meclisê plana artêşê erê kiriye lê na.
Meclîsa Lubnanê: Divê çek tenê di destê desthilatdariya rewa de bin.
Meclîsa Lubnanê piştrast kir ku biryara sepandina desthilatdariya dewletê, divê bi rêya hêzên serbixwe yên wê were cîbicîkirin û çek tenê divê di destê desthilatdariya rewa de bin.
Hin dezgehên medyayê yên herêmî û navneteweyî xuya kirin ku plana çekdarkirina artêşê, wê di pênc qonaxan re debas bibe û qonaxa yekem wê sê mehan bidome.
Mehmûd Qimatî: Plana çekdarkirina artêşê derfeteke ku welat ber bi tevliheviyê ve neçe.
Ji aliyê xwe ve, Rayedarê Hizbullahê Mehmûd Qimatî dest nîşan kir ku plana çekdarkirina artêşê derfetek e ji bo ku aqilmendî serwer be û welat ber bi tevliheviyê ve neçe.
Qamatî her wiha got ku "eger êrîşên Îsraîlê nesekinin û ew ji başûrê Lubnanê venekişe," wê demê "ji bo demek diyarkirî peymanek ne mimkun e."