Mîkaîl Bulbul: Divê ji bo Kurdî li defa hewarê bê xistin

Zimannas û Kordînatorê Weqfa Mezopotamyayê Mîkaîl Bulbul destnîşan kir ku divê ji bo Kurdî li defa hewarê bê xistin û wiha got: "Li dibistanekê 3-4 hezar zarok asîmîle dibin. Lewma divê Kurd ji bo zimanê xwe û çanda xwe û ji vê tora asîmîlasyonê xelas bibin daxwaza statuyekê bikin."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bi Peymana Lozanê re Kurdistan di nav dewletên Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyê de hat parvekirin û kirin çar parçe.

Piştî vê yekê Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn ji aliyê çand, ziman, nasnamê û hwd, ve bi qirkirin û gelek êrişan re rû bi rû man. Yek ji êrişa herî dijwar jî polîtikayên pişaftinê yên li dijî zimanê dayikê ne. Peymanên navneteweyî jî destnîşan dikin ku pişaftin yek ji sûcên li dijî mirovahiyê ye.

Tevî polîtikayên pişaftinê û zext û zorên dewletê jî berxwedana gelê Kurd a li dijî polîtikayên pişaftinê pêşî li tunekirina ziman girt û di warê ziman de heta niha gelek xebat hatine kirin û her ku diçe ev xebat bi pêş dikevin.

Ajansa Welat (AW) têkildarî polîtîkayên pişaftinê yên dewletê yên li hemberî Kurdî, bê statubûna Kurdî û xebatên wan bi Zimannas û Kordînatorê Weqfa Mezopotamyayê Mîkaîl Bulbul re axivî.

 

'Kurdî tê terorîzekirin'

 

Mîkaîl Bulbul politikayê dewleta tirk rexne kir û wiha got: "Di gelek serdeman de Kurdî tê terorîzekirin. Karkerên Kurd ên ji bo xebatê diçin bajarên Tirkiyê ji bo ku bi Kurdî diaxivin rastî êrişan tên. 

Dema wisa be Kurdî tê terorîzekirin. Naxwazin nifşên nû bi Kurdî mezin bibin û Kurdî bikeve navenda jiyana mirovan. Mirov bi Kurdî sosyalîze bibin. Dewlet di polîtîkayên asîmînasyolîst de israr dike."

 

'Xetereya mezin li pêşiya Zimanê Kurdî heye'

 

Mîkaîl Bulbul, bi lêv kir ku pêşiya Kurdî bi gelek awayan girtî ye û wiha pê de çû: "Herî dawî anketeke li 23 bajaran hatiye kirin zarokên ku Kurdî dizanin ji sedî 20'î kêmtir bûye. Zarokên ku bi dayîk û bavên xwe re bi Kurdî diaxivin ji sedî yek û nîv bû. Ne ji sedî du jî bû. Lewma xetereyeke gelek mezin li pêş Kurdî heye."

 

'Dixwazin zanîngeheke pir zimanî ava bikin'

 

Mîkaîl Bulbul da zanîn ku weke weqfê ji bo prestij û xebatên akademîk ên Kurdî dixwazin zanîngehekê ava bikin û ev tişt gotin: "Dawiya dawî daxwaza zanîngeheke Kurdî daxwaza statuyekê ye ji bo Kurdî. Dewlet jî wiha analiz dike lewma rê li ber me venake. Lê em ê ji bo vê yekê têkoşîna xwe bidomînin."

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24