Şanoya ''Careke din hewil bide '' li Hasekê hat pêşandan

Ji bo xurtkirina Çanda Şanoyê li Herêmê şanoya bi navê Careke din Hewil bide li navenda Hîlala Zêrîn hat pêşandan. Armanc ji Şanoyê ew e ku êşa civakê bîne ziman û wate gelo edalet û wijdan heye vê yekê qebûl bike, careke din hewil bide vegere ser riya rast.

reset font size increase font size

Her bûyerek çîrokeke her çîrokek jî şanoyeke.

Ji bo zindîkirina çanda şanoyê li herêmê şano tên amadekirin û pêşandan.

Şano rastiyên civakê û zarên ku civak dikşîne derdixe pêş.

Şanoya bi serenavê Careke din Hewil bide li  navenda Hîlala Zêrîn a bajarê Hesekê hat pêşkêşkirin.

Ev Şano ji aliyê nivîskar Salih Kerama amirî yê Îmaratî ye hatiye amadekirin.

Derhênerê Şanoyê Mihemed Resûl behsa çîroka vê şanoyê ji Nûçe Tv re kir.

Her wiha Lîstkvana bi navê Hêvîdar Sedûn got ku armanca wan ew e ku  êşa civakê bîne ziman û wiha got:

“ Tê wateya gelo edalet, wijdan heye vê yekê qebûl bike, careke din hewil bide vegere ser riya rast.”

Di dawiyê de Derhêner û lîstkvanên şanoyê spasiya beşdaran kirin û soza berdewamkirina kar û xebatên şanoyê li Herêmê dan. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye