4 jin ji bo komîteya biryardar a Fstîvala Aswan hatin eşkere kirin

Festîvala Fîlman a Aswanê di gera 10'mîn de endamên komîteya biryardarê yên pêşbirka fîlmên dirêj, eşkere kir. 4 derhêner û hilberînerên jin ji herêmên cuda dê beşdarî pêvajoya hilbijartinê bibin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Festîvala Fîlman a Jinan a Navneteweyî ya Aswanê, ku li başûrê Misrê tê lidarxistin, endamên komîteya biryardar yên pêşbirka fîlmên dirêj ên îsal eşkere kir.

Rêveberiya festîvalê piştrast kir ku serokatiya komîteyê dê ji jinên navdar ên cîhana Sînema û Hunerê pêk were.

Komîteya hilbijartinê ji derhêner û nivîskara Polonî Dorota Welchman, Aktora Misrî Hanan Mutawy, hunermend April Vila û rojnamevan û hilberîner Fatima Al-Nawali Azar pêk tê.

Ev çar jin dê di nirxandina fîlmên beşdar de rolek girîng bilîzin.

Dorota Welchman piştî ku di fîlmê Loving Vincent yê ku teknîkên wêneyên tevgerkirî veguhest ekranê lîst, bû bi nav û deng.

Hanane Mataoui di fîlmên ku di festîvalên fîlman de lîstiye û ji ber vê di ekranê erebî de gelekî bû binav û deng. gelek xelat bi dest xist.

April Vila, bi xebata xwe ya di fîlmên kurt û hilberînê de tê nasîn.

Projeyên wê, ku li ser nasname, bîr û pirsgirêkên civakî disekinin, "Espai Poet" û "Ara, Ara Matix" di nav xwe de digirin.

Fatima Azar, ku bi kariyera xwe ya ji rojnamegeriyê bigire heya televîzyonê tê nasîn, damezrîner û seroka Festîvala Fîlmên Erebî ya Casablanca ye.

Rêveberiya festîvalê piştrast dike ku avabûna komîteya biryardar ya îsal armanc dike ku hebûna derhênerên jin li ser dekên navneteweyî pêş bixe.

Gera 10'mîn a festîvalê dê ji 20 heta 25ê Nîsanê pêk were.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye