Li Almanya Enstîtuya Xwendina Bilind a Kurdî konferansa xwe li dar xist

Enstîtuya Xwendina Bilind a Kurdî (IKHS) Konferansa xwe ya damezrandinê ya navneteweyî ya duyemîn li Almanyayê li dar xist.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji gelek welatên cuda û Kurdistanê akademîsyen, siyasetmedar û pispor tevlî konferansê bûn. Di Konferansê de modela zanîngehê û pêvajoya akademîk hat nîqaşkirin.

Serokê IKHS'ê Younes Bahram û Prof. Dr. Christoph Scholz axaftina destpêkê kirin. Her duyan qala xurtkirina hevkariya navneteweyî kirin.

Di konferansê de, avahiya akademîk û bernameyên perwerdeyê hatin nirxandin.

Tê payîn ku Zanîngeha Kurd a Navneteweyî ya li Dresdenê sala 2026'an dest bi perwedeyê bike. Perwerde wê bi Kurdî, Almanî û Ingilîzî be.

 Zanîngeh armanc dike ku di mijarên Kurdolojî, wêje, dîrok, civaknasî, huner û endezyariyê de bernameyên lîsansa bilind pêşkêş bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye