Berê saziyên perwerdê, komeleyên Tirk-Osmanî û cemaatên olî, ev xebat dimeşandin niha jî wezaret ketiye dewrê û li bajarên Çewlîk, Dersîm, Bedlîs, Colemêrg û Şirnexê dê bi nave “Şahiyek ji Anatolya” konser û atolyeyan li dar bixe.
Li gor bernameyê hemû xebatên bên meşandin Tirkî ne. Yek ji xala derdikeve pêş jî konserên “Hunermendên Tirk”in ku bi nijadperestî û aligiriya AKP’ê tên naskirin.
Bernameyên ji bo zarokan hatine amade kirin jî li ser bingehê çanda Tirkî û zimanê Tirkî hatine amadekirin.
Dîmenên ku ji bo danasîna van bernameyan hatiye amedekirin de tê dîtin ku rastiya talan û êrîşa Kurdistanê hatiye nuxûmandin.