Ma Musicê salvegera xwe ya 9'emîn diyarî Rojava kir

Ma Musicê salvegera xwe ya 9'emîn li dar xist û diyarî Rojava kir. Devrîm Demîr da zanîn ku Ma Music bi biryara komeke mamosteyan hatiye avakirin û çend caran bûye kirdeyê sereke yê berxwedanê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh, Akademiya Ma Musicê salvegera damezrandina xwe ya 9'emîn pîrozkir.

Pîrozbahî bi beşdarbûna gelek kesan li ÇandAmedê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê hat lidarxistin.

Ma Musicê salvegera xwe ya 9'emîn diyarî Rojava kir.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr a ku qeyim şandine şûna wê di salvegera Ma Musicê de axivî.

 

Devrîm Demîr: Ma Music bi biryara komeke mamosteyan hat avakirin

Devrîm Demîr da zanîn ku Ma Music bi biryara komeke mamosteyan hatiye avakirin.

Devrîm Demîr da xuyakirin ku Ma Music bi saya keda her hevalekî/ê li vê derê, her mêvanekî/ê li vê derê, hat avakirin.

Ji ber wê em gelekî ji bo we spasdar in.

Devrîm Demîr di derbara giringiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de axivî û tekez kir ku di vê pêvajoyê de, rolek gelek girîng dikeve ser milê qada çandê.

 

Devrîm Demîr: Çand kirdeyê sereke yê berxwedanê ye

 

Devrîm Demîr diyar kir ku çand her tim bûye kirdeyê sereke yên berxwedanê.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê, anî ziman ku xebatkarê çandê, dikarin bibin pêşengê vê pêvajoyê.

Piştî wê bername ya Ma Musicê dest pêkir.

Bername  bi lêdana piyanoyê destpê kir.

Piştî wê jî, Koma ciwanên Ma'yê derketin ser dikê û stranên xwe gotin.

Di dawiyê pîrozbahiyê de, plaket hatin dayîn.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye